Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê herêma ewle de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Wezareta Brevaniya Tirkiyê (MSB) di daxuyaniyekê da aşkere kiriye bo avakirina herêma ewle li Sûriyê ligel Amerîkayê rêkeftine û dest bi xebatan kiriye.
Li gorî medya tirkî Amerîka û Tirkiyê bo avakirina herêma ewle li “Bakurê Sûriyê” lihevkirine û dest bi xebatan kirine.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jefifreyê di hevdîtinê da rêkkeftibûn ku ji bo li bakurê Sûriyeyê "Herêma Ewledar" were avakirin rayedarên eskerî yên herdu welatan bi kordinasyon bixebitin.
Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin plan dikin ku hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiyê û Amerîkayê da di çend rojên pêşiya me da wê dewam bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bo parastina gefan li ser Rojavayê Kurdistanê behsa avakirina herêmeka ewle kiribû ku di bin kontrola hêzên navdewletî da be. Herwiha berpirsên Tirkiyê aşkere dikin ku divê ew herêm di bin kontrola wan da be. Li aliyê din nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî red dikin ku ew herêma ewle di bin kontrola Tirkiyê da be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin