''Ti kesek nikare mafê berevanîkirina Pêsmergeyên lîwayên Kerkûkê ji wan bistîne''
PeyamaKurd – Namzedê PDKê yê li Kerkûkê, li ser pêwîstiya vegera Pêşmerge ya ji bo Kerkûkê axivî û da zanîn, ewên ku dijatiya vegera Pêşmerge dikin, paşmayên DAIŞê û koleyên welatên din in.
Namzedê PDKê yê bi hejmara 30 li bazineya Kerkûkê Şaxewan Ebdula, bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Pêşmergeyên lîwayên Kerkûkê yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, xelkê Kerkûkê ne û ti kesek nikare mafê berevanîkirina wan a li Kerkûkê ji wan bistîne.’’
Şaxewan Ebdula destnîşan kir: ‘‘Ew kesên dijatiya vegera hêzên Pêşmerge ya ji bo Kerkûkê dikin, paşmayên DAIŞê û koleyên welatên derdorê ne û derûna wan nexwaş û şovenîst in.
Namzedê PDKê amaje bi qurbanîdana hêzên Pêşmerge ji bo parêzgariya li Kerkûkê kir û got: ‘‘Divê zû kar ji bo beşdarbûna hêzên Pêşmerge li parastina asayîşa Kerkûkê bê kirin.’’
Şaxewan Ebdula destnîşan kir, ew guh nadin axaftin û daxwazên şovenîstî û paşmayên DAIŞê. ‘‘Em tenê guh li xelkê niştimanperwer li her du pêkhateyên Ereb û Tirkmen digrin. Ew rijd in li ser pêkvejiyan û pêkvebûnê.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin