Erdogan: Mafê tu kesekî nîne xwîna vî miletî bimêje
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan do bi beşek aborînas û akademîsyenên Tirkiyê re civiya û civînê de li ser pêşhatên dawî yên di aboriya Tirkiyê de gotûbêj kirin.
Erdogan di civînê de bang li esnaf, pîşesazkar û kompaniyan kir ku ew ligel daketina bihayê diravan, bihayê kelûpelan erzan bikin û eşkere kir, eger bihayê kelûpelan bi awayekî bilez neyên daxistin, Wezareta Xezîne û Darayî û Wezareta Bazirganî wê tedbîrên pêwîst werbigrin.
Ev demeke partiyên opozîsyona Tirkiyê derbarê yedekên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê de, rexneyan li hikûmeta AKPê digrin û dibêjin di Banka Navendî ya Tirkiyê de, bi tu awayî dirav tune ne û diravên xerc dike jî bi deynin. Lê Erdogan di axaftina xwe ya piştî civînê de da zanîn, yedekên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê, niha di ser 115 milyar dolar de ye.
Serokkomarê Tirkiyê destîşan kir, piştî ku di demên dawî de li Tirkiyê bihayê diravan bi awayek ne asayî zêdebûye, ji bo rûbirûbûna vê yekê jî givaş li wan hatiye kirin ku ew polîtîkaya xwe ya faîzê biguherin û got: “Ez îtîraf dikim ku di nav hevalên me bi xwe de jî hinekan heman nirxandin dikirin. Lê me bi biryarî plana xwe cîbicî kir. Em dê ji niha û şûnde jî bi heman awayî li ser rêya xwe berdewam bikin.”
Herî dawî Recep Tayip Erdogan bang li beşek ji kasibkar û kompaniyan kir ku ew ligel daketina bihayê diravan bihayê kelûpelan erzan bikin û got, eger biha bi awayekî bilez neyên daxistin, Wezareta Xezîne û Darayî û Wezareta Bazirganî ên Tirkiyê, wê tedbîrên pêwîst werbigrin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan diyar kir: “Ez bi heman awayî bang li hemû esnafan û pîşesazan dikim. Ew kesên ku rojê çend caran lîsteyên bihayan diyar dikirin û etîket diguherîn, bila li qusurê nenêrin, ez ê li ser navê millet wan bişopînim. Ez dixwazim ligel wezîrên pêwendîdar jî vê yekê bibîrbîninim. Mafê tu kesekî nîne xwîna vî miletî bimêje. Dema dolar zêde dibû çawa biha zêde dikirin, em niha jî li bendê ne ku bi heman awayî bihayan daxînin. Hinek fîrmayên me biçûk be jî dest bi daxistinan kirine, lê em li bendê ne ku ew jî zêdetir bihayan daxînin. Bazara xanî û otomobîlên destê duyem jî di nav vê yekê de ne. Eger biha bi awayekî bilez neyên daxistin, Wezaretên me yên Xezîne û Darayî û Wezareta Bazirganî wê bi hemû derfetên xwe rûbirûyî kesên kelûpelan stok dikin û bihayan zêde dikin bibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin