Erdogan: Êdî Netanyahu ne kesekî ku em ê pê re biaxivin e, me ew jêbir û avêt
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Êdî Netanyahu ne kesekî ku em ê pê re biaxivin e, me ew jêbir û avêt."
Erdogan dema ji Qazakistanê ji beşdariya Lûtkeya 10emîn a Konseya Serokên Dewletan a Teşkîlatên Dewleta Tirk vegeriya, di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan diyar kir, wan Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi temamî ji holê rakirine û destnîşan kir, divê di dîplomasiya navneteweyî de her cure têkilî neyên qutkirin.
Netanyahu êdî ne kesekî ku em pê re biaxivin e. Me ew jê bir û avêt. Di hevdîtinên ku em ê di Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî de bikin de ez ê biryara vê mijarê bidim." Erdogan got, "Lê ji bilî vê, bi taybetî di dîplomasiya navneteweyî de bi temamî qutkirina têkiliyan ne tiştekî wiha ye."
Piştî şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de Erdogan Îsraîl sûcê şer îlan kir û ragihand, serdana xwe ya Îsraîlê betal kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin