Netanyahu li Trump geriya û gilî li ser Erdogan kir

10 tîrmeh 2026 14:27

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di hevdîtineke telefonî de li Serokê Amerîkayê Trump gilî li ser Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir.

Netanyahu li Trump geriya û gilî li ser Erdogan kir

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi telefonê axivîn.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Ofîsa Serokwezîrî ya Îsraîlê ve hat weşandin, hat gotin ku her du serok li hev kirine ku li gelek waran koordînasyona xwe bidomînin û hat diyarkirin ku Trump derbarê tevgerên Amerîkayê yên li Kendavê de agahî da Netanyahu.

Netanyahu fikarên xwe yên derbarê Erdogan de gihand Trump

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu fikarên xwe yên derbarê daxuyaniyên serokatiya siyasî ya Tirkiyeyê yên li ser Îsraîlê, gihandine Trump.

Di daxuyaniya Îsraîlê de hat destnîşankirin ku Netanyahu ji Trump re "cidiyeta daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û tîma wî yên li dijî hebûna Dewleta Îsraîlê, her wiha pêwîstiya avakirina herêmên ewlehiyê li ser sînorên Îsraîlê" ragihand.

Berê niha Netanyahu bang li rêveberiya Trump kir ku firotina balafirên şer ên F-35 ji Tirkiyeyê re pêk neyne û îdia kir ku ev yek dê bandoreke neyînî li ser hevsengiya hêzê ya li herêmê bike. 

Di vê navberê de, li gorî raporeke Wall Street Journalê, Îsraîlê derbarê "plana Îranê ya ji bo kuştina Serok Donald Trump" de agahiyên îstixbaratî dane Amerîkayê.