The Guardian | 'Destê Tirkiyê di komkujiya Êzidiyan de hebû!'
PeyamaKurd - Li gorî raporeke di rojnameya The Guardian a Brîtanî de hatiye weşandin, hejmarek parêzerên mafên mirovan di lêkolînekê de eşkere kirine ku destê Tirkiyê di Jenosîda-Komkujiya Kurdên Êzidî ya Şingalê ji aliyê DAIŞê hatiye kirin de hebû.
Iraq û Sûriyê berpirsiyariyên xwe bicih neanîn
Yek ji wan lêkolîneran Helena Kennedy ji The Guardianê re gotiye, Iraq û Sûriye di astengkirina wan komkujiyên DAIŞê de ya ser Kurdên Êzidî de şikestine û bal kişandiye ser berpirsyariya welatan a ji bo rêgirtina li jenosîdê daye zanîn, dibe ku ji aliyê aliyekî sêyem wek DAIŞê ve jî ew komkujî hatibe kirin.
Hat diyarkirin ku ew parêzer di bin navê “Komîteya Dadê ya Êzidiyan” de civiyane û gotine, li gor yasayên navdewletî, welat ji rêgirtina li çêbûna jenosîda ser xelkê berpirs in.
Encamên lêkolîna 13 salan hatin eşkere kirin
Serokê Komîteya Dadê ya Êzidiyan Geoffrey Nice ji The Guardian re gotiye: “Mekanîzmayên berdest karibûn Êzidiyan ji wê xezebê rizgar bikin, ku niha bûye beşek ji paşeroja wan.”
Hatiye ragihandin ku lêkolîna wan parêzeran ji bo dema 13 salan li ser 13 welatan hatiye kirin û gihîştine wê encamê ku sê welatan erkên xwe bicih neanîne û tedbîrên pêwîst ên bo rêgirtina li jenosîdê wernegirtine.
Komîteya Dadê ya Êzidiyan daye zanîn, destê serkirdeyên Tirkiyê di komkujiya Kurdên Êzidî de hebûye, ji ber rê li ber çûn û hatina azad a çekdarên DAIŞê li nav sînorên xwe negirtine, ku di nav wan de hejmareke diyar Tirk bûn.
Tirkiyê sînorên xwe ji çekdarên DAIŞê re negirtin
Komîteyê behsa wê yekê kiriye ku berpirsên Tirkiyê çavê xwe li ber firotin, veguhestin û kolekirina jin û zarokên Kurdên Êzidî girtine û rahênan bi wan çekdaran kirine ku têkilya wan ligel DAIŞê hebû daku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şerê Kurdan bikin, bi vî awayî jî encamderên jenosîdê bihêz kirine.
Di rapora encama lêkolînê de hatiye gotin: “Berpirsên Tirkiyê dizanîn an ew belge bi qest paşguh xistibûn ku pêşan didan ew kes wê rahênanê ji bo pêkanîna karên qedexekirî dijî Êzidiyan bikar tînin.”
Herwiha hejmarek tohmetên wiha arasteyî welatên Kendavê hatine kirin, ji wan jî Qeter, lê belgeyên pêwîst li ser wê yekê nehatine pêşandan.
Rapora komîteyê ji 278 rûpelan pêk tê û tê tê diyarkirin, Iraqê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiribû bi fermî îtirafê bi tawanên DAIŞê bike, lê ligel wê jî hikûmeta Iraqê bi wê yekî tohmetbar dike ku wek pêwîst bo parastina Êzidiyan di şerê DAIŞê de, hevahengî ligel hêzên Kurdî nekiriye. Li gor raportê hikûmeta Sûriyê jî, di rêgirtina li veguhestin û bi kom kuştina jinên Êzidî di nav axa xwe de şikestiye û serneketî bûye.
Tirkiye tohmet û rexneyan red dike...
Balyozê Tirkiyê yê Brîtanyayê Umit Yalçin ji The Guardianê gotiye, ew rexne “Bê bingeh û ne dadmend in”, Tirkiyê “Ji salên destpêka krîza Sûriyê ve roleke sereke di parastina xelkê û kêmîneyên Sûriyê de dîtiye, ji wan jî Êzidî, dijî êrîş û binpêkirinên komên terorîst. Tirkiyê ne ku tenê deriyê xwe li ber bi milyonan Sûrî û Êzdiyan vekiriye lê bûye stargeheke aram bo wan, bi rêya sê operasyonên dijî terorê xelkê navçeyê parastiye. Îro Êzidî bi aramî li wan navçeyan dijîn ku di bin kontrola opozisyona rewa ya Sûriyê de ne li bakurê rojavayê Sûriyê.”
Ddîplomatê Tirk îdîa dike ku; “Sala borî hejmareke zêde ya malbatên Êzidî hewara xwe gihandine bakurê rojavayê Sûriyê û hewl dan vegerin malên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê, lê ji aliyê PKK û YPGê ve rê li ber wan hat girtin.”
Divê welatên erk û berpirsiyariyên xwe bicih neanîne bên cezakirin
Helena Kennedy ku bi hev re ligel Endamê Encûmena Lordên Brîtanyayê Lord Alton pêşekiya raporê nivîsiye, dide zanîn: “Di mijara jenosîda Êzidiyan de, okyanûsek ji derbasbûna ji ceza heye”, ku DAIŞ aliyekî bê dewlet e û nabe li gor yasayên navdewletî lêpirsîn ligel bê kirin. Divê ew welatên erkên xwe bicih nekirine ji bo rêgirtina li jenosîdê, bên cezakirin daku careke din ew tawan dubare nebin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin