HDPê bang li Tirkiyê kir Komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas bike
PeyamaKurd - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, bi boneya salvegera 7an a komkujiya Êzidiyan bi destê DAÎŞê li Şingalê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Hatîmogûllari di daxuyaniyê de, bang li Tirkiyê jî kir ku wek jenosîd pênaseyê li komkujiya Êzidiyan bike û got, “Divê Tirkiye jî vê komkujiyê wek jenosîd nas bike, maf û ewlehiya êzidiyên ku bi neçarî ji welatê xwe hatine bi dûr xistin, misoger bike, nas bike. Divê nasname û baweriya êzidiyan bê parastin, tedbîrên yasayî bên wergirtin. Divê hemû sazî û dezgeh û raya giştî ya cîhanê hewl bide da jinên Êzidî yên ku hê jî wek kole li bazaran tên firotin, bên rizgarkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi ser Jenosîda Êzidiyan re 7 sal derbas bûn. Çeteyên DAIŞê 7 sal berê di 3yê Tebaxa 2014’an de jin, mêr û zarok di nav de ji 5 hezaran zêdetir kurdên êzidî li Şengalê qetil kirin. Bi hezaran kes ji axa xwe ya qedîm hatin koçberkirin, jin û zarok di nav de xisareke mezin, karesateke mirovî li ber çavên cîhanê li dîroka Êzidiyan hat zêdekirin.
Êrişa ku ji aliyê çete û hovên DAIŞ’ê ve li Şengalê hate kirin, di hiş û bîra civaka êzidiyan de wek rûpeleke tarî û wek fermana 74an cihê xwe girt. Li Mezopotamyayê Kurdên Êzîdî di dîroka xwe de her tim rastî zilm, koçberî, sirgûn, komkujî û silsileya fermanan hatiye. Êrişa 3’yê Tebaxa 2014’an di 15’ê hezîrana 2016an de ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek jenosîd hate naskirin û ragihandin.”
Di dawuya daxuyaniya HDPê de hat diyarkirin, “Di 7emîn salvegera wê de em Jenosîda Êzîdiyan, hovîtiya li Şengalê, wehşeta DAIŞê û piştgirî û hevkariya dewletên li deverê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Em jin, mêr, zarok, pîrejin-pîremêr, hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi xemgînî bi bîr tînin. Ji bo vê rojê, em li dijî komkujî û jenosîdan, banga bilindkirina têkoşînê li temamî mirovahiyê dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin