HDPê banga dadgeheke navdewletî ji bo darizandina Tirkiyê kir

07 berfanbar 2019 00:02
HDPê banga dadgeheke navdewletî ji bo darizandina Tirkiyê kir

PeyamaKurd - Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay di civîneke rojnamevanî ya partiya xwe de bal kişand ser lutkeya NATOyê ku pênaseya terorê li YPGê nehatiye kirin û got, xuya bû ku polîtîkaya dijîkurd a dewleta tirk têk çûye.

Kubîlay li ser kiryarên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li dijî Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin, Tirkiye li Rojava sûcên şer dike û ji bo darizandina van sûcan jî divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin.

Kubîlay herwiha komkujiya li ser zarokên Til Rifatê bibîr xist û got; ‘Ji Roboskê heta Til Rifatê tiştek neguheriye. Tenê hejmara darbestan guherî  ye.’

Kubîlay li ser tawanên şer ên li dijî Rojavayê Kurdistanê banga dadgeheke navdewletî kir û wiha axivî:

“Ev tawanên şer jî pir eşkere ne. Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku li dijî van tawanên şer ên li dijî zarokan bi lez û bez bikevin nava tevgerê. Her çiqas NATO li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma be jî, em bang li wan hêzan dikin ku ji bo darizandina berpirsyarên van sûcên şer dadgeheke navneteweyî ava bikin û zextan li ser dewletên kujer çêbikin. Wek encam; ji Roboskê heta Til Rifatê tiştek neguheriye. Tenê hejmara darbestan guherî  ye. Tişta ku neguheriye tenê dijminatiya li dijî kurdan e.”