MSDê ji bo darizandina Tirkiyê banga dadgeheke navdewletî li NY kir

18 îlon 2020 21:16
MSDê ji bo darizandina Tirkiyê banga dadgeheke navdewletî li NY kir

PeyamaKurd - Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ku binpêkirin û tawanên şer ên çekdarên bi ser Tirkiyê ve yên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî eşkere kiribûn daxuyanî da.

MSDê da xuyakirin ku ti cudahiya tawan û binpêkirinên Tirkiye û çekdarên bi ser wê ve ji yên herêmê DAIŞê nîne û daxwaz kir, Tirkiye ji ber wan tawanan li dadgeheke navdewletî were darizandin.

MSDê herwiha piştevaniya rapora NY kir û xwest, heyeteke navdewletî serdana herêmê bike û ji nêz ve rastiyê bibîne û van tawanan belge bike.