Testa korona wê bi kuçikên perwerdekirî bê kirin!

26 gulan 2021 00:03
Testa korona wê bi kuçikên perwerdekirî bê kirin!

PeyamaKurd – Di demeke ku hê jî belavbûna vîrusa koronayê li seranserê cîhanê berdewam e, lê bi helmetên derzîkirinê jî heta radeyekê rawestiyaye zanyar li ser rêbazên nû bo testên koronayê kar dikin.

Zanyarên ji Zanîngehên East Anglia, Enstûtuya Earlham û Zanîngeha Minnesota ya Amerîkayê ji bo tespîtkirina kesên bi vîrusa koronayê lêkolîneke balkêş li ser kuçikan kirin.

Li gorî lêkolîneke li ser kuçikan bo bêhnkirina vîrusa koronayê hatiye kirin, derketiye holê ku kuçikên perwerdekirî dikarin bi bêhnkirinê kesên vîrusa koronayê bi wan re hebe bibînin û wan tespît bikin.

Ji bo vê lêkolînê pêşî bêhna vîrusa koronayê ya ku însan nikarin pê bihesin li ser cilan danîne ber kuçikan û dîtine ku kuçik cilên bi vîrus û yên vîrus ji hevdu cuda dikin.

Li gorî testên bi kuçikan hatine kirin, derketiye holê ku kuçikên perwerdekirî ji sedî 88 di dîtina vîrusê de serkeftî bûne.

Lê belê dîsa jî divê ev lêkolîn di laboratuaran bê piştrastkirin ku zanyar difikirin vê rêbaza testkirina Covid-19 li deverên qelebalix wekî tedbîreke alîkar bikar bînin.