Di 2 kabînên li ber Keleha Hewlêrê de testa koronayê pê pere tê kirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê bi rêya danîna du kabînên tenduristiyê, bê beramber testa koronayê li xelkê dike.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê Dr. Bijar Mûsa ji K24ê re daye xuyakirin, “Îro sêşemê du kabînên testa Koronayê li Parka Baxê Şar a li navenda bajêr û Parka Samî Ebdurehman têne danîn û ew kesên ku li Hewlêrê ne dikarin bêpere testa Koronayê bikin.”
Dr. Bijar Mûsa eşkere kir ku bi rêya van du kabînan dikarin rojane hezar heta du hezar testan çêkin û hemwelatî tenê bi pêşkêşkirina nasnameyek û hejmara telefona xwe, testa wan tê kirin û encama testê jî ji navenda data û zanyariyan a ser bi Wezareta Tenduristiyê werdigirin.
Heta niha li Hewlêrê 562 hezar û 677 kes bi koronayê ketine û niha jî 6 hezar nexweşên koronayê li Hewlêrê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin