Korona careke din vegeriya: 163 pêketî hatin tomarkirin
26 hezîran 2022 15:31
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku vîrusa korona piştî hejmara pêketiyan gihîştibû sifirê careke din vegeriyaye û di 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê 163 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, ragihandiye ku hejmara pêketiyên bi vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê careke din zêde dibe.
Hat eşkere kirin, di nav 24 demjimêrên borî, 3083 test hatine kirin û ji wan 163 pêketiyên nû ên Covid-19 hatine tomarkirin ku li Hewlêrê 61 pêketî, li Silêmanî 11 û li Duhokê 91 pêketî hatine tomarmirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê hefteya borî hişyarî dabû ku pêleke nû ya vîrûsa koronayê li Iraqê belav bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
LÊKOLÎN | Li ser vîrusa korona delîl û sopên laboratûarê hatin dîtin
31 gln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin