Rojava | Di rojekê de 304 pêketî û 8 mirinên ji koronayê hatin tomarkirin
19 nîsan 2021 02:35
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, 304 kesên din bi Koronayê ketine û 8 kes jî mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, li herêmê 8 nexweşên koronayê can dane û 304 kesên din jî pê ketine.
Hat diyarkirin ku li Hesekê: 30, li Qamişlo: 80, li Dêrik: 35, li Dirbêsiyê: 7, li Kobanê: 26, li Reqa: 53, li Tebqa: 54, li Minbic: 10, li Kampa Holê: 2 û li Şehba: 7 kes bi koronayê ketine û 6 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 13 hezar û 883 kesan, ya mirinan bû 456 kes û û hezar û 436 kes jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 17 kesan ji koronayê can da
04 mjd 2021
Jiyan
SOHR: Hejmara mirinên li Rojava û Sûriyê gihîst 5 hezar û 273 kesan
12 sbt 2023
Koçber
Bloomberg: Li Çînê di rojekê de 37 milyon kes bi koronayê ketin
24 brf 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin