Termê Kurdekî Efrînê yê hatibû revandin hat dîtin

20 gulan 2020 20:46
Termê Kurdekî Efrînê yê hatibû revandin hat dîtin

PeyamaKurd – Kiryarên dijmirovî yên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li ser xelkê Efrînê berdewam dikin. Herî dawî welatiyekî din ê Efrînî ku hatibû revandin, mirî hat dîtin.

Li navçeya Cindirêsê termê welatiyê Kurd ê Efrînê Mislum Ehmed ku beriya hefteyekê çekdarên girêdayî Tirkiyê ew revandibûn hat dîtin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî, termê Mislum Ehmedê ku 14ê Gulanê ji mala xwe ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin ji aliyê xelkê Cindirêsê ve hatiye dîtin.

Hat zanîn termên wî welatiyê Kurd ê bi nasnavê xwe Ebî Ferîd e, nêzî çemê Cindirêsê hatiye dîtin ku 14ê Gulanê hatibû revandin.