Singal | Termê endamê PDKê yê doh hatibû revandin hat dîtin

07 rêbendan 2022 19:56
Singal | Termê endamê PDKê yê doh hatibû revandin hat dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku termê endamê PDKê Ehmed Huseyîn Hamed ê ku doh hatibû revandin, li nehiya Sinûnê ya dikeve bakurê Şingalê hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê, li ser termê Ehmed Huseyîn Hamed gelek şopên guleyan hebûn.

Malbata Hamed ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku ti pirsgirêkeke Hamed bi kesî tunebû û guman dikin, ji ber sedemên siyasî ew hatibe kuştin.