Rojnamevana amerîkî ya li Iraqê hatibû revandin, hat berdan
Rojnamevana amerîkî Shelley Kittleson, hefteyek piştî revandina xwe ya li Bexda ya paytexta Iraqê, hat berdan.
RûpelNews - Ketaîb Hizbullahê, roja Sêşemê ragihand ku rojnamevana amerîkî hatiye berdan û ferman li Kittleson hatiye dayîn ku demildest ji Iraqê derkeve.
Berpirsê ewlehiyê yê komê, Ebû Mucahid el-Asaf, diyar kir ku ev biryar di çarçoveya "rêzgirtina ji helwesta neteweyî" ya Serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî de hatiye girtin. Daxuyaniyê her wiha tekez kir ku gaveke wiha dê neyê dubarekirin. El-Asaf got, "Em di rewşeke şer de ne ku ji aliyê dijminê siyonîst-amerîkî ve li dijî îslamê hatiye destpêkirin. Di bin van şertan de, gelek nirxandin wateya xwe winda dikin."
Dengvedana revandina Kittleson
The New York Times berê ragihandibû ku Ketaîb Hizbullah bi hikûmeta Iraqê re ketibû têkiliyê û daxwaza berdana hin endamên xwe yên girtî di berdêla berdana Kittleson de kiribû.
Di heman demê de, Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) ji bo ewlehiya rojnamevanê fikarên xwe yên cidî anîn ziman û bangeke lezgîn li desthilatdarên Iraq û DYAyê kir û daxwaz kir ku ji bo misogerkirina serbestberdana Kittleson û hesab xwestina berpirsan gavên bilez bên avêtin.
Rojnamevanê serbixwe Kittleson ji bo dezgehên medyayê yên îtalî û amerîkî yên wekî II Foglio û ANSA, her wiha ji bo platformên navneteweyî yên wekî BBC û Politico jî dinivîse.
