Rojnamevana amerîkî li Bexdayê hat revandin
Hate ragihandin ku rojnamevana amerîkî Shelly Kittleson li paytexta Iraqê, Bexdayê hatiye revandin.
RûpelNews - Çavkaniyeke ewlehiyê ji Shafaq Newsê re ragihand, rojnamevana amerîkî Shelly Kittleson li navenda Bexdayê hatiye revandin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo dîtina rojnamevana amerîkî dest bi operasyonên lêgerînê kirine.
Hate ragihandin ku bûyer li nêzîkî Otela Filîstînê ya li ser Cadeya Sedûn pêk hatiye.
Çavkaniyî diyar kir ku yekîneyên ewlehiyê derbarê şert û mercên bûyerê de lêpirsînek dane destpêkirin û operasyonên lêgerînê li herêmê berdewam dikin.
Kittleson, ku bi salan e wek rojnamevan li Bexdayê dixebite, ji bo Al-Monitor, The National û Foreign Policy nûçeyan çêdike. Peyamnêriya wê bi taybetî li ser komên çekdar, têkiliyên Amerîka û Iraqê û geşedanên ewlehiya herêmî ye.
Heta niha ti kesî berpirsiyariya bûyerê negirtiye ser xwe.
