Ji balafira ku 180 rêwiyê Îsraîlî jî têde alarma revandinê
Aktîvkirina koda awarte ya revandinê li ser balafireke rêwiyan a ku ji Dubaîyê ber bi Tel Avîvê ve difiriya, bû sedema panîkê. Piştî aktîvkirina koda awarte, balafirê rêya xwe guherand û ber bi balafirgeha Erebistana Siûdî ve çû.
RûpelNews - Li gorî nûçeyeke di çapemeniya Îsraîlê de, nêzîkî 180 rêwiyên Îsraîlî di balafirê de bûn. Hat ragihandin ku piştî bûyerê balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê hatin seferberkirin û ji bo misogerkirina ewlehiya balafira rêwiyan tedbîr hatin girtin.
Hêj ne diyar e ku çima balafirê koda revandinê çalak kiriye, û her weha di dema bûyerê de li ser balafirê ti gefeke ewlehiyê hebû yan na. Digel ku rayedarên Îsraîlê derbarê geşedanên piştî bûyerê de daxuyaniyên xwe yên destpêkê belav kirin, hat destnîşankirin ku lêpirsînên xizmetên ewlehiyê berdewam dikin.
Balafirê li Erebistana Siûdî danî xwarê. Tê payîn ku derbarê rewşa rêwiyan û çarenûsa geştê de agahiyên zêdetir werin ragihandin.
