Termê 2 kesên din ên qezaya ferîbota Mûsilê hatin dîtin

18 gulan 2019 15:59
Termê 2 kesên din ên qezaya ferîbota Mûsilê hatin dîtin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku termê du kesên din ên qezaya ferîbota bajarê Mûsilê hatine dîtin.

Li parêzgeha li çemê Dîcleyê li devera Mûsilê 21ê adarê qezayeke ferîbotê çêbûbû û di encama wê qezayê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest dabû. Hêzên Parastina Sivîl a wî welatî termê du kesên din ji çêm derxistin ku nasnameya wan ne diyar e.

Mudirê Tibba Edlî ya Nexweşxaneya Mûsilê Hasan Ziyat di daxuayiya xwe diyar kir ku termê du kesan hatiye derxistin ku nasnameya wan ne diyar e, “Termek nêzîkî gundê Buseyfê yê din jî li Mûsilê li kêleka çêm hatiye dîtin. Dema ku nasnameya herdu zilam hate tesbîtkirin, ew dê radestî malbatên wan bikin.”

Bi dîtina herdu cesedan hejmara qurbaniyên qezaya ferîbota Mûsilê derkete 126an.