Li Bîtlîsê termê zilamekî hat dîtin
Li navçeya Xelatê ya Bîtlîsê, li nava erazî de termê zilamekî 26 salî hat dîtin. Tê nirxandin ku ew beriya 20 rojan jiyana xwe ji dest daye.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, di 25ê Îlonê de dora saet 16.30an de li meqamê Arnisê yê gundê Taşharmanê, li ser îxbara ku mirovek li ser erdê bêhareket paldayî ye, tîmên cendirmeyan şandin herêmê.
Di lêkolîna tîman de hat diyarkirin ku cesed a welatîyê Îranê M.Y.S. (26) ye.
Di xebata tîmên lêkolîna cihê bûyerê yên Adilcevazê de hat nirxandin ku ew kes beriya 15-20 rojan jiyana xwe ji dest daye. Li dora cesed û di nav tiştên wî de gelek derziyên însulînê yên bikaranînê û dermanên nexweşiya şekir hatin dîtin. Piştî ku derbarê bûyerê de agahî dan dozgerê komarê, lêpirsîn hat destpêkirin.
Hat hînbûn ku sedema teqez a mirina M.Y.S. piştî otopsiyê wê diyar bibe.
