Tayip Erdogan bajarê Xarpêtê kir nav herêma afatê

16 sibat 2023 02:41
Tayip Erdogan bajarê Xarpêtê kir nav herêma afatê

PeyamaKurd – Berdevkê AKP ê Ömer Çelik piştî civîna AKP ê ya rêvebiriyê, li ser erdheja Maraşê daxwuyanî da. Çelik got ku bajarekî dinê jî kirine nav lîsta bajarên erdhejê ku ew jî Xarpête (Elazığ) û bûye bajarê 11em yê afatê. Ömer Çelik weha dewam kir û got:

“Bi fermana rêzdar serokkomarê me, ji ber bajarê Xarpêtê ji erdhejê bandora zêde dîye, wê ji niha û pê de di herêma afatê de be.”