Li Xarpêtê erdhej: Bajarên derdorê jî hejiyan

08 mijdar 2024 20:18
Li Xarpêtê erdhej: Bajarên derdorê jî hejiyan

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê li demjimêr 17:04’an erdhejekê bi tundiya 5,1 rû da.

Serokatiya Rewşên Bilez û Karesatan AFADê ragihand ku navenda erdhejê bajarê Elezîz (Xarpêt) e.

Erdhej li bajarên wekî Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt û Batmanê jî hate hîskirin û bû sedema tirsê.

Hîn derbarê erdhejê de agahiyên zelal nehatine.