Li Meletiyê erdhej: 5 bajar hejiyan
Li Meletiyê erdhejek bi mezinahiya 5 pileyî qewimî. Erdhej di heman demê de li gelek bajarên derûdor jî hat hîskirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Li gorî daneyên Rêveberiya Erdhejê ya AFADê, di saet 06.20an de erdhejek bi mezinahiya 5 pileyî li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê qewimî. Erdheja ku li bajarên derûdor jî hat hîskirin, di kûrahiya 15.59 kîlometreyan de hat tomarkirin.
Raporên destpêkê diyar dikin ku di encama erdhejê de tu zirarên canî an jî zerarên madî çênebû. Tîmên peywîrdar li herêmê lêkolînên xwe didomînin.
Li gorî daxuyaniyeke AFADê erdhej a li Meletiyê çêbû li bajarên wekî li Elezîz, Semsûr, Dersim û Rihayê jî hat hîskirin. Rayedaran ragihandin ku di encama erdhejê de ti bûyerên neyînî rû nedane.
