Tayip Erdogan giha herêma erdhejê, Xarpêtê
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi balafira serokkomariyê giha ciyê erdhejê Xarpêtê (Elazığ). Erdoğan wê li Xarpêtê Lêkolînan bike. Berê tevlî merasima cenazeyê dê û kurê wê bû ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Bi Erdoğan re di asta bilind de gelek kes hene û li balafirgeha Xarpêtê ji aliyê wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û wezîrê hawirdoriyê û bajarvaniyê ji aliyê Murat Kurum ve hat pêşwazîkirin. Bi Erdoğan re cîgirê wî Fuat Oktay, wezîrê ragihandin û avahiyên bingehîn Cahit Turhan, wezîra malbat û polîtîkayên civakî Zehra Zümrüt Selçuk hene.
Erdoğan tevlî merasima cenaze bû û bo xelkê weha got:
“Erdhej ezmûneka mezine bo me. Me di vê rêyê de mînakên herî xweşik daye. Me erdheja Wanê, ya Düzceyê, ya Sakaryayê dît. Ji berê de me gelek erdhejan dît. Lê ev millet karibû bi sebra xwe van bûyeran biborîne û biserbikeve. Em ê ti kesî birçî û bê wan nehêlin. Guh nedin gotinên nebaş yên ti kesî. Em xizmetkarê milletê ne. Em dizanin xizmeta bo vî milletî şerefeka mezine bo me.”
Erdoğan di dewama axaftina xwe de got ku temamê dezge û saziyên dewletê di xizmeta millete de xebata xwe dewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin