Taybet - Miroglu: Şerê Îranê dikare dawiya Qesrê Şîrînê bîne
Siyasetmedar û parlamenterê berê Orhan Miroglu dibêje ku şerê Îranê tenê Tahranê nahejîne, lê dibe ku statûya sedsalî ya herêmê jî biguherîne
RûpelNews - Endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Orhan Miroglu, di axaftinekê de taybet ji bo ji RûpelNews re got ku êrîşên Dewletên Yekbûyî (Amerîka) û Îsraîl li ser Îranê, tenê rêjîma Tahranê hedef nagirin, lê dikarin hevsengiya hêz û sînorên ku ji sala 1639’an vir ve li herêmê dom kirine jî bixin nav nîqaşê.
Mirogu destnîşan kir ku encama şerê Îranê dikare bi guherînên kûr li ser hevsengiya herêmî û peymanên dîrokî re were girêdan. Wî got, ger şer bi şikandina rêjîmê an jî bi lawazbûna wê biqede, ev yek dikare rê li ber avakirina pêkhateyeke nû ya siyasî li herêmê veke.
Mîroglu, pirsên peyamnerê RûpelNewsê Cesim İlhanî bersivandin.
“Amerîka bê hevkariya aktorên cîhanî tevdigere”
Îlhan: Êrîşên ABD û Îsraîl li ser Îranê dest pê kirin. Ev êrîş dê Rojhilata Navîn û Kurdan çawa bandor bike? Li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê çi encamê hebin?
Miroglu: Bersiva vê pirsê girêdayî şikl û encama şerê ye. Ma êrîş dê bibe sedema hilweşîna rêjîmê? An şer rêjîmê bitirsîne û piştî demekê biqede? Ma êrîşên Îranê li ser welatên herêmê, ji ber bingehên leşkerî yên , wê bibe sedema avakirina cepheyeke dijî Îranê? Ev hemû pirs bi şiklê şerê ve girêdayî ne.
Tişta eşkere ev e ku Amerîkayê bê ku wan aktorên cîhanî hesab bike tevdigere. Ji şerên Kendavê vir ve rewş ev e. Welatên herêmê, heta ku bixwazin jî, nikarin li dijî vê planê ku herêmê li gor berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê tê nûvekirin rawestinin. Li Iraq û Sûriyê me mînakekî din nedîtin. Îran dibe îstîsnayek, lê rêxistinên çekdar ên girêdayî Îranê an hatin lawaz kirin an jî hatin tasfiye kirin.
“Filistîn êdî di destê Trump û Netanyahu de ye”
Rewşa Gazayê bi awayê ku Îsraîl dixwaze pêş diçe û Hamasê di dawiyê de dê were tasfiye kirin. Dosyeya Filistînê êdî ne di destê Filistîniyan de ye ne jî di destê welatên Ereb de ne, lê bi giranî di destê Donald Trump û Benjamin Netanyahu de maye.
Êrîşa li ser Îranê tenê bi bernameya zenginîkirina uranyumê re girêdayî nîne; ew beşek ji planek dirêjdem e ku ewlehiya Îsraîlê ji bo sedsalekê pêş de temîn bike.
“Dibe ku dawiya şerê Îranê, dawiya Qesrê Şîrînê jî be”
Bandorên van bûyeran li ser Kurdan dikarin pir kûr û dîrokî bin. Xwendineke dîrokî ya rast divê ji Peymana Qesrê Şîrînê ya sala 1639’an dest pê bike û heta Peymana Sykes–Picot were. Bi dawîbûna Baasîzmê li Iraqê, Federasyona Herêma Kurdistanê ava bû û bi vî awayî statûya Sykes–Picotê jî hat qelaw kirin. Li Sûriyê jî bi dawîbûna Baasîzmê, Rojava bi modela otonomiyeke fleksîbel derket holê. Dawiyaa şerê Îranê dikare bibe destpêka pêvajoyek ku statûya ku ji 1639’an vir ve dom kiriye jî bixe nav nîqaşê.
“Kurd êdî nayên derxistin ji formula nû ya herêmê”
Pêvajoya li Tirkiyeyê divê tenê bi çarçoveya “Tirkiyeya bê teror” ne were xwendin. Hişmendiya neteweyî ya Kurdî li herêmê xurtir bûye û pêşketinên li Başûrê Kurdistanê û Rojava nayên ji hev veqetandin. Îranê dikare bandorên zincîreyî li ser siyaseta Kurdî li Iraqê, Rojava û Tirkiyeyê çê bike û di nîzama nû ya Rojhilata Navîn de derxistina Kurdan ji dîyalog û formula siyasî êdî ne mumkîn e.
“Hevbendiya Kurd–Amerîkî ne taktîkî ye, lê stratejîk e”
Îlhan: Di hevdîtinên Tom Barrack ên dawî de li Iraqê, Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Rojava, hate gotin ku êrîşên li ser Îranê hatin nîqaşkirin. Tu çawa dinirxînî?
Miroglu: Barrack aktorek girîng e. Hevdîtin û çalakiyên wî yên dawî bi gelemperî di navbera Kurdistanê û aktorên têkildar de derbas bûne, her çend hin gotinên wî di raya giştî ya Kurdî de gelek rexne girtibin jî. tê texmînkirin ku Barack bi taybetî aktorên Başûrê Kurdistanê û Rojava agahdar kiribin. Ji ber ku, her çend hin lerizîn hebûn jî, hevbendiya Kurd–Amerîkî ne wek ku tê gotin rewşeke taktîkî ye, lê rewşeke stratejîk e. Divê jî wisa be. Amerîka ku li dijî Îranê şer dike, hesabkirina ziyanên ku ev şer dikare li Hewlêr û deverên din bide Kurdan, tiştekî gelek normal e. Di demek ku em vê hevpeyvînê dikin, nûçeyên bombebarkirina bingehên Amerîkayê li Erbîlê dihatin. Ji bilî vê, Îran ev tişt berê jî dikir, heta dema ku êriş li ser wî nebû; û gelek caran sivîlên Kurd jî bi fûzeyên ku li Hewlêrê ketine jiyana xwe ji dest dane.
“Li Sûriyê rastbûna rexneyên min hat piştrastkirin”
Îlhan: Bûyerên li Rojava çawa dinirxînî? Rexneyên te yên li dijî AK Partiyê objektîf û hişktir bûn; ma te tu hişyarî wergirtin?
Miroglu: Li ser Rojava û hemû şîroveya siyasî ya ku min kir, heta niha ji rêveberiya partiyê tu hişyarîya fermî, ne nivîskî ne devkî, min wernegirtiye. Hişyarî nehat, lê ez li bendê bûm ji rêveberiya partiyê, min vexwendana û bigotana: “Tu çi dibêjî, were biaxive.” Ev li min tiştek zêde nedikir, lê belkî ji partiyê re tiştekî bikarhatî bû ya û belkî ji siyaseta Kurdî ya ku tê meşandin re faydeyek çêdikir. Ev nehat kirin. Lê hin kesên di perîferiya partiyê de an jî di nav partiyê de, ji bo xwe ispatkirinê, dikevin kampanyayên linçê yên medyaya civakî. Ez wan ciddî nagirim; ciwan in, bila hewesa wan ya rexneya Miroğlu nekeve.
Ez li Sûriyê, siyaseta “bila Kurd diya xwe nebîne” ne layiqî AK Partiyê û ne jî yê Tirkiyeyê dibînim. Min li hember hezeyanên neo-İttihatî karta sor nîşan da. Min got ku li Sûriyê mimkun e hem ji Şara re hem ji Mazlum Abdi re rola “birayê mezin” were kirin. Di pêvajoyê de gelek ceribandinên xeternak hebûn. Hin komên neo-İttihatî û hin beşên îslamî hewl didan ku hikûmetê qane bikin ku bikeve şerê germ li Sûriyê. Her sibeh leşker, bi awayekî ne fermî, dixin Qamişlo û Kobanê. Li Sûriyê rastbûna rexneyên min hat piştrastkirin; ev ji min re bes e.
Ger ew plan bi cih bihata, ji bo Tirkiyeyê li Sûriyê, mînakkek wek Viyetnama navxwe rû bida. Serkeftin nehat bidestxistin. Di encamê de peymanek hat kirin, lê bi parastina Amerîkayê. Yên ku digotin “em biçin Sûriyê her tişt paqij bikin” carek din têk çûn û me rast derket.
“Li Rojhilata Navîn bê bersivdayîna daxwazên Kurdan aşîtî û îstîqrar tune ye”
Îlhan: Statuyek kurdî li Rojava, wê ji bo aramiya Rojhelata Navîn feydeyek xwe hebe?
Miroglu: Li Rojhilata Navîn bê bersivdayîna daxwazên Kurdan aşîtî û îstîqrar tune ye. Bi taybetî niha, tu kes nikare ev tişt jî di bîra xwe de derbas bike. Dibe ku ew statû ne bi dil be û Kurdan temamî razî neke jî. Ji ber vê, li Rojava belkî ne ew tişt hat ku Kurdan dixwest, lê ew tişt hat ku dikaribû were kirin. Lê ez bi yên ku dibêjin “tu tişt nehat bidestxistin” jî ne razîm e. Divê em tenê li gor şertên qada şer şîrove nekin. Konferansa Munîxê bi xwe bes e ku nîşan bide ku rêya Kurdan li herêm û cîhanê vekirî ye. Ji partiyên Kurdî tê hêvîkirin ku ji bo vê guherîna mezin siyasetan rasyonel û sazbar pêş bixin. Hişmendiya neteweyî ya Kurdî bi taybetî ji ber Rojava bilind bûye; lê bê avakirina saziyên fermî ev hişmendî her dem kêm maye.
“Birêz Mesud Barzanî bi zanebûn tevdigere”
Îlhan: Ger Rojava têk biçe, kî zêdetir ziyan dibîne? Ma Herêma Kurdistanê jî bandor dibîne?
Miroglu: Mercên vê sedsalê ne wisa ne ku neteweyek li cihêkê serkeftî bibe û li cihêkê din têk biçe. Serkeftin jî, têkçûn jî hevpar in; berdêl bi hev re tê dayîn. Têkçûna Rojava bêguman statûya federal jî kûr bandor dikir. Birêz Mesud Barzanî bi zanebûn tevdigere û ev yek baş dizane. Pirsgirêka ku sedsaleke tê nîqaşkirin, di bingeh de ji bo welatên ku nifûsa Kurd hildigirin, pirsgirêka Kurdistanê ye. Çareserî dikare li gor şertên her welatê cûda be, û wisa jî bû. Her çend dewletbûna Kurdistanê niha ne pêşîniya rojeva siyasî ya partiyên Kurdî be jî, di hafizaya siyasî ya dewletan de wek netewbûna dewletê heye. Ev yek hem siyaseta red û inkârê xurt kir, hem jî carinan hevkariyên nivîskî an ne nivîskî li dijî daxwazên demokratîk ên Kurdan çêkir.
“Pêşketin nikaribûn têkiliyên Ankara–Erbîlê zirar bikin”
Îlhan: Herêma Kurdistanê di navbera rêveberiya Rojava û Şamê de rola dîplomatîk lîst. Ev rewş li Tirkiyeyê hin kesan nerazî kir û heta hin kes gotin “Herêma Kurdistanê bi terorîstan re dimeşe.”
Miroglu: Rast e, lê ev nêzîkatiyên ku te got nikarin zirarê bidin têkiliyên Ankara û Hewlêrê, û ez bawer im ku wê her nikarîbin. Dema ku Birêz Mesud Barzanî çû Cizîrê, tabloyek wisa derket holê. Kek Mesud bi êrişên neheq re rûbirû bû. Heta hin kes di dema êrişên Şamê li taxên Kurdî yên Helebê de digotin: “Nerawestin, Hewlêrê jî fetih bikin.” Ev hemû ji dîrokeke dirêj tê û dîsa bi wê gotina “bila Kurd diya xwe nebîne” ve tê girêdan. Lê çare tune; di vê sedsalê de Kurd diya xwe dibîne û yên ku nedîtin jî dê bibînin.
“Raya giştî ya Kurdî bêdeng nemayî”
Îlhan: Piştî êrîşên li Rojava, li cîhanê Kurd rabûn û yekbûnek çêbû. Ev rewş di zelalkirina pêvajoya Sûriyê de bi bandor bû?
Miroglu: Erê, gelek bi bandor bû. Raya giştî ya Kurdî bêdeng nemayî. Li herêm û cîhanê alîkariya girseyî ji Rojava re hebû. Deh sal berê jî li Kobaniyê jî tecrûbeyek wisa hebû, lê ev cara duyem zêdetir bi yekbûn û hevgirtina xurt hat jiyan kirin. Di avakirina pêvajoya Sûriyê de ev nîşandanên yekbûnê bandorên girîng hebûn. Divê partiyên Kurdî vê rewşê ne wek şertên demkurt, lê wek rewşek ku dikare mayîndar bibe binirxînin.
“Tevgera Birêz Mesud Barzanî pir hat qedirgirtin”
Îlhan: Serok Mesud Barzanî ji bo rawestandina şer û êrîşan li Sûriyê çalakiyên dîplomatîk kir. Ev rol li AK Partiyê çawa tê dîtin?
Miroglu: Tevgera Birêz Mesud Barzanî û rêveberiya Herêmê, pir hat qedirgirtin û ji raya giştî ya Kurdî re hêz û cesaret da. Me Mesud Barzanîyek dît ku hemû têkiliyên xwe yên navneteweyî bi kar anî. Samîmiyet, biryardarî û berpirsiyariya li hember gelê xwe di heman demê de hebûn.
“Di nivîsa dawîn ya Öcalan de hin têgeh tune bûn”
Îlhan: Mektûba duyem a dirêj ya Abdullah Öcalan hate belavkirin. Tu çi difikirî?
Miroglu: Daxuyaniyên berê yên Öcalan bi gelemperî ji rêxistinê re bûn û bi zimanê sosyalîzma reel hatibûn nivîsandin; raya giştî jî zor fêhm dikir. Têgehên wek “komûn, komûnal” tê de hebûn. Di vê nivîsa dawî de ev têgeh tune ne. Wisa tê ku Öcalan vê carê ji dewlet û muhataban re tê gotin. Mînak jî, pênaseya welatîbûnê ya ku li ser etnîsîteyê nebe. Wisa tê ku ew rexneyên Kurdan ên ne PKKyîne jî hesibandine. Heta bangewaziya Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji Mesud Barzanî re jî, ger rast be, beşek ji vê ye. Wî got ku “dema negatîf” qediya. Lê ev dem tenê bi bêdengbûna çekan naqede. Ew demeke pêncî sal e ku bi gelek êş, şikestin û berdelên giran derbes bû. Bê rûbirûbûnê ev dem çawa dê biqede? Bê gotinek ji bo mexdûran? Ji ber vê, ev daxuyaniyê hêviyên raya giştî yên mexdûran temam nake.
Ev pirsgirêkeke ciddî ye. Bersivên kirdar ne di nivîsa Öcalan de hene ne jî di axaftinên muhataban de. Tê gotin ku ev pêvajoyek bêçek e; pêşketinên demokratîk piştî hilweşandina temam a çekan dest pê dikin. Lê anketan nîşan didin ku raya giştî bi vî rengî daxuyaniyan bawer nake. Pêvajoyê pirsgirêkeke baweriyê heye.
“Şansa vegerê bi stratejiyên şerê çekdar êdî tune ye”
Îlhan: Ma em dikarin bibêjin ku li Tirkiyeyê şer û tundûtûjî ji ber pirsgirêka Kurdî qediya?
Miroglu: Mercên şerê çekdar ne tenê ji ber tercîhên Kurdan, lê her wiha ji ber şertên dîrokî qediya. Heta ger pêvajoyê biqede jî, PKK an rêxistineke din nikare bi stratejiyên şerê çekdar vegere destpêkê. Ciwanên Kurd êdî li ser xurtbûna Kurdan li Ankara difikirin. Pêncî salan nîşan da ku bi rêya çekdarî armanc nayê bidestxistin. Dema ku şerên vekaletan li herêmê qediya, şansa ku rêxistineke bi navê berjewendiyên neteweyî şer bike kêm bûye. Di rewşa Îranê de jî hat gotin ku Kurd dê bi piştgirîya Amerîkayê li dijî rêjîmê şer bikin; lê niha Amerîka bi xwe şer dike. Dîsa jî rewşên xweparastinê hene. Mînak, hêza Peşmerge heye; lê ev hêz ji bo parastina Kurdistanê ye, ne ji bo êrişê.
Ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên Kurdan, siyaseta sivîl, dîplomasî, çand û aborî — bi taybetî li Tirkiyeyê — heta radeyek mezin vekirî ne.
