Civata Nûneran a Amerîkayê şerê Îranê rawestand
Cıvata Nûneran ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wek bersiv ji Trump re, biryarnameyek ji bo rawestandina şerê li dijî Îranê pesend kir.
RûpelNews - Civata Nûneran a DYAyê pêşnûmeqanûnek ku armanca wê sînordarkirina operasyonên leşkerî yên Serok Donald Trump ên li dijî Îranê ye, bi 208 dengên erê li hember 215 dengên na pesend kir.
Pêşnûmeqanûn ji aliyê çar parlamenterên Komarî û her wiha Demokratan ve hat piştgirîkirin.
Pêşnûmeqanûn, ku dê ji bo pesendkirinê pêşkêşî Senatoyê were kirin, hewl dide ku rola Kongreyê di hêzên şer de xurt bike.
Lêbelê, ji bo ku pêşnûmeqanûn bibe qanûn, divê ji Senatoyê derbas bibe û vetoeke muhtemel a serokatiyê derbas bike.
Digel ku Demokratan bal kişandin ser lêçûnên şer û bandorên wî yên herêmî, rêveberiya Trump diyar kir ku di danûstandinên bi Îranê re pêşketin çêbûye û ku peyman nêzîk e.
