Talîbanê ragihand: Mehlewî Mehdî, hat kustin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hat ragihandin ku Fermandarê Şiî Mehlewî Mehdî yê ku li dijî rêveberiya Talîbanê dest bi berxwedana çekdarî kiribû, hatiye kuştin.
Di agahiya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku dema Fermandar Mehlewî Mehdî Mucahîd xwestiye derbasî Îranê bibe, li sînorê Heratê ji aliyê hêzên sînorî ve hatiye hedefgirtin.
Agahiya kuştina Mehdî, ji aliyê Wezareta Berevaniya Talîbanê ya hikûmeta derbasdar ve hat ragihandin lê belê heta niha ji rêveberiya Koma Mehlewî Mehdî, daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li hember Talîbanê, çek rakirin
Mehlewî Mehdî Mucahît, yek ji Şiiyên Hazarî ye ku ji %10ê Afxanîstanê ji wan pêk tê. Mehdî, di dema rêveberiya Talîbanê de wekî Fermandarê Bamyanê yê Îstixbaratê hatibû erkdarkirin û piştî demekê, di navbera wî û Talîbanê de cudakariya li ser nêrînan peyda bûbû.
Piştî ku Mehdî ji aliyê Talîbanê ve ji kar hat derxistin, ew jî vegeriyabû bajarê xwe yê Sar-e Polê û li navçeya Belhabê ligel bi sedan alîgirên xwe dest bi têkoşîna çekdarî ya li dijî Talîbanê kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin