Talîbanê ji bo gotûbêja bi Amerîkayê ra merc danîn
PeyamaKurd - Rêxistina Talîbanê rakirina navê serokên xwe ji lîsteya komên terorîst wek pêşmercek pêwîst ji bo gotûbêja bi Amerîkayê ra diyar kir.
Li gorî nûçeya IRNAyê, Ofîsa siyasî ya Talîbanê li Qeterê piştî ragihandina amadebûna Amerîkayê ji bo gotûbêja bi vê komê ra, rakirina navê rêberên xwe ji nav lîsteya reş wek pêşmerca ji bo destpêbûna gotûbêjê da zanîn.
Talîbanê beriya niha ragihandibû ku tenê hazir e bi Amerîkiyan ra ji bo aştiya li Efxanistanê bikeve diyalogê û hazir nîne bi dewleta yekîtiya neteweyî ya vî welatî ra aştiyê bike.
Ev li halekî ye ku Talîbana Efxanistanê dibêje: Her cure gotûbêja bi dewleta Eşref Xenî û Amerîkayê ra maye ser derketina dagirkeran ji Efxanistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin