Talîbanê ji bo agirbesta 3 mehan merc danîn ber hikûmeta Afgan

15 tîrmeh 2021 18:58
Talîbanê ji bo agirbesta 3 mehan merc danîn ber hikûmeta Afgan

PeyamaKurd – Berpirsê Talîbanê yê ji danûstandinên ligel hikûmeta Afganistanê berpirsiyar ragihand ku wan ji bo berdana mehkûman pêşniyara agirbesteke 3 mehan kiriye û mercên agirbestê eşkere kirin.

Li gorî nûçeya medya Afganistanê heger zêdetirî 7 hezar mehkûm bêne berdan û hejmarek milîtanên Talîbanê ji lîsteya reş a Neteweyên Yekbûyî (NY) bêne derxistin, wê Talîban bo sê mehan agirbestê ragihîne.

Di nûçeya ku bi zarê Berdevkê Talîbanê Nader Naderî hatiye belavkirin de, hat gotin ku Talîbanê daxwaz kiriye serkirdeyên wê ji lîsteya reş a NY werin derxistin.