Talîban bi nûnerên Amerîka û YA yê re civiya

28 rêbendan 2022 00:25
Talîban bi nûnerên Amerîka û YA yê re civiya

PeyamaKurd – Heyeta Talîbanê di seredana xwe ya ji bo Norweçê de, bi nûnerên Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê re, li bajarê Osloyê civiya. Piştî desthilata Talîbanê ya li Afxanistanê, cara yekeme ku Talîban seredana Awrûpayê dike.

Heyeta Talîbanê, ji YA yê bi Fransa, Almanya, Îtalya, Norweç, Îngîltere û bi nûnerên Amerîkayê û bi rêxistinên sîvîl re civiya. Amerîka û YA yê piştî hevdîtina di 24 ê mehê de daxwuyaniyekî hevpar belav kirin.

Di hevdîtinê de ewilî li ser krîza alîkariya mirovî, paşî li ser mijarên binçavkirinên kêfî, zordariya li ser medyayê, îşkence, kuştinên bêdarizandin, qedexeyên li ser perwerda keçikan, azadiya gera jinan ya bê hevalê mêr axifîn û ji Talîbanê xwestin van mijaran çareser bikin.

Vekirina dibistanan di meha adarê de, çûna jin û keçan ji bo dibistanan, YA û Amerîkayê kêfxweş kiriye lê ji bo vantiştan bên kirin, divê amadekariyên teknîkî û darayî hebin.

Bendeyên rojava yên têkoşîna li dijî terorê û maddeyên hişbir hatin dubarekirin.

Desteka ji bo aboriya Afxanistanê, zêdekirina pere û desteka sektora bankayê bi girîngî hat nirxandin. Ji bo baweriyê bi aboriya Afxansitanê bînin, ji bo geşkirina aboriya Afxanistanê, behsa danîna stratejiyekî zelal û saxlem kirin û di mijarê de zorê dan ser Talîbanê.