Nûnerên Brîtanya û Almanyayê bi sandeke bilind a Talîbanê re civiyan

04 îlon 2021 13:29
Nûnerên Brîtanya û Almanyayê bi sandeke bilind a Talîbanê re civiyan

PeyamaKurd – Nûnerên welatên Brîtanya û Almanyayê, li Dohaya paytexta Qeterê bi şandeke bilind a Talîbanê re civiyan û li ser rewşa Afganistanê gotûbêj kirin.

Berdevkê Talîbanê Mihemed Suheyl Şahîn diyar kir; Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Talîbanê Şêr Mihemed Ebas Sitankîzî, ku niha li Qeterê ye, bi Balyozê Almanya yê li Afganistanê re civiya û li ser rewşa Kabûlê û welat bi giştî, gotûbêj kirin.

Mihemed Suheyl Şahîn di rêzetiwîtekê de bi giştî qala naveroka civîna xwe kir û da zanîn, alîkariyên mirovî hatine kirin û Almanya tekezî li ser berdewambûna gîhandina alîkariyan kiriye.

Şahîn herwiha destnîşan kir, Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Talîbanê li Qeterê ligel Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanyayê jî civiyaye û li ser çend mijaran gotûbêj kirine, li ser hemûyan jî, derbarê siberoja pêwendiyan û şêwaza karkirina hukmê Talîbanê de.

Ji ber rewşa nearam a Kabûlê, şandên welatam li Dohaya paytexta Qeterê ligel Talîbanê dicivin û li ser siberoja Afganistanê gotûbêj dikin.