Mesrûr Barzanî û sandeke bilind a Brîtanyayê tekezî li aramkirina rewsa Iraqê dikin
15 rêbendan 2020 17:44
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Brîtanî bi serokatiya Mezin Şêwirmendê leşkerî yê Wezareta Beravaniyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn General Sir John Lorimer kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton amade bûn, guhartinên dawî yên li Iraqed û herêmê hatin guftûgokirin.
Tekezî li aramkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalogê hate kirin.
Herwiha amaje bi wê hat dayîn ku şerê DAIŞê hîn bidawî nebûye û pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de berdewam be.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mesrûr Barzanî bi sandeke bilind a Brîtanyayê re civiya
05 gln 2021
Rojhilata Navîn
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya
03 sbt 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin