Swîsre ji bo penaberan 1 milyon dolar dide Iraqê
PeyamaKurd – Hikûmeta Swîsreyê biryar daye ku ji bo koçber û penaberan, alîkarîkirina yek milyon dolarî bide hikûmeta Iraqê.
Hate ragihandin ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî, ji ber vê alîkariyê spasiya Hikûmeta Swîsrayê kiriye.
UNHCRê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikûmeta Swîsreyê ji bo piştgiriya koçber û penaberan yek milyon dolarî ji bo Iraqê bexşandiye.
Di daxuyaniya UNHCRê de hate destnîşankirin ku ev alîkariya ku wê Swîsre bike, wê ji bo koçber û penaberên Iraqê yên ku herî zêde pêdiviya wan bi alîkariyê heye bê terxandin.
UNHCRê her wiha da zanîn ku ji 2019an vir ve, bi saya alîkariyên bi ser UNHCRê ve ji bo 200 hezar koçber û penaberên li Iraqê alîkariyên mirovî hatiye kirin.
Di daxiya daxuyaniya UNHCRê de hate diyarkirin ku Iraq niha ji nêzîkî 300 hezar penaberan re malevaniyê dike. Piraniya van penaberan li bajar û navçe û gundan, le gel pêkhateyên Iraqê dijîn û nêzîkî ji sedî 32yên penaberan li 9 kampên penaberan yên li Herêma Kurdistanê dimînin. Nêzîkî yek milyon Iraqiyan li Herêma Kurdistanê penaber in û nêzîkî 150 hezar kes li kempên Herêma Kurdistanê dijîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin