Amerîka bi nirxê 4 milyon dolaran alîkariyê dide Rojavayê Kurdistanê
27 îlon 2021 20:00
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê 4 milyon dolar ji bo tekoşîna vîrûsa korona û pêşxistina sektora tenduristiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê terxan kir.
Balyozxaneya Amerîka ya li Şamê li ser Twitter belav kir, Amerîka bi riya planekê 4 milyon dolar ji bo tekoşîna hember koronayê li bakurê rojhilatê Sûriyê veqetandiye.
Balyozxaneyê diyar kir: “Bi van diravan, em ê bikarin alavên bijîşkî peyda bikin, binesaziya tenduristiyê sererast bikin û perwerdehiya xebatkarên tenduristiyê baştir bikin.”
Hêjayî gotinê ye, di van demên dawî de hejmara pêketinên koronayê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne ku bi ser 26 hezar kesan ketiye û 899 kes jî pê mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hevpeymaniyê bi nirxê 4 milyon dolaran alîkarî gihand hêzên Pêsmerge
14 trm 2021
Cîhan
Hêzên Amerîkayê pakêta duyemîn a alîkariyên mirovî radestî Rojava kir
17 sbt 2025
Jiyan
Amerîka bi nirxê 268 milyon dolaran alavên leskerî dide Yûnanistanê
18 adr 2023
Jiyan
Ji Amerîka bi nirxê 4 milyar dolaran alîkariya leskerî dide Îsraîlê
02 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin