Hevpeymaniyê bi nirxê 4 milyon dolaran alîkarî gihand hêzên Pêsmerge

14 tîrmeh 2021 17:15
Hevpeymaniyê bi nirxê 4 milyon dolaran alîkarî gihand hêzên Pêsmerge

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengtiya wê dike, alîkariyeke din a leşkerî gihandiye bo hêzên Pêşmergeyên KurdistanXê.

Hat diyarkirin ku hevpeymaniyê bi nirxê 4 milyon dolaran alavên leşkerî û lojîstîkî gihand hêzên Pêşmerge ku hat ragihandin, ew alîkarî bi hîbeya Operations Inherent Resolve (OIR) tê dabînkirin û ji aliyê bernameya fonda Perwerdehî û Biçekirina dijî hatiye fînansekirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Colonel Wayne Marotto jî parvekirina ser medya civakî ya Wezareta Pêşmerge derbarê wan alîkariyan de li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û got, “Ji bo rûbirûbûna DAIŞê misyona hevbeş a ligel şirîkên me yên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge esas e. Bernameya CTEF û OIRê ya bo berdewama hevkarîyê ligel şirîkên me û serkeftina wê xwedî pêgeheke girîng e.”