DYA bi miqdarê 400 milyon dolarî destekê dide Ûkraynayê

22 cotmeh 2024 00:16
DYA bi miqdarê 400 milyon dolarî destekê dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê DYAyê Lloyd Austin, ragihandi ku wê bi miqdarê 400 milyon dolarî paketa destekê dê bidin Ûkraynayê.

Serokê Ûkraynayê Zelenski sipasiya DYAyê ji bo destekê kir û ragihand ku ji bo Ûkrayna qezenc bike, bi koalisyona nevdewletî re xebatên xwe dewam dike.

Li gor ragihandina serokatiya dewleta Ûkraynayê; wezîrê bergiriyê yê DYAyê ji bo seredana fermî çûye Ûkraynayê û Zelenski, wezîrê bergiriyê yê DYAyê Lloyd James Austin qebûl kiriye.

Zelenski, berya civîn destpêbike, ji bo destekê sipasiya DYAyê kiriye û behsa girîngiya desteka DYAyê ya ji destpêka şerê bi Rûsya re û heya niha ku çendîn destekê daye Ûkraynayê. Austin jî di ragihandina xwe de got:

“Wê desteka me ya ji bo Ûkrayna dewam bike. Ez dixwazim îro ragihînim ku ji bo Ûkraynayê muhîmmat, techîzata leşkerî û çek ên bi bihayê 400 milyon dolarî ji bo Ûkrayna hatiye tehsîs kirin.

Dixwazim car din Grûba Têkiliyan ya Bergiriya Ûkraynayê bicivînim. Ji bo Ûkrayna qezenc bike û desteka ewlehiyê bidin Ûkraynayê, em bi komîsyonekî ku ji 50 welatan zêdetir ava bûye re dixebitîn.”