Saudi Exim Bank bi miqdarê 100 milyon dolarî bi Türkiye Finansê re peyman îmze kir
PeyamaKurd – Saudi Exim Bank bi miqdarê 100 milyon dolarî bi Türkiye Finansê re peyman îmze kir. Peyman bi garantiya Tirkiyê bi taybetî bi garantiya wezareta darayî û banka navendî çêdibe. Di çarçoveya peymanê de şîrketên Tirkiyê yên ku bi Erebistana Saûdî re hilberînê û îxracatê dikin, fînansê pêşkêşê wan dike û hedef ew e ku di nav sala 2023an de desteka bi miqdarê 100 milyon dolarî bide. Ev destek dibe pere be û dibe ku kefaleta pera be.
Her dû teref peymanê di ‘Türkiye-Suudi Arabistan İş ve Yatırım Forumu’ de bi merasimekî îmze kirin. Wê Turkiye Finans di rêya şîrketan de lê li ser navê dewletê fînansê temîn bike da malên weka petrola xam an ji bilî wê malên din yên ji Saûdiyê bibin Tirkiyê. Perê an temînata bi miqdarê 100 milyon dolarî wê karibe pêdiviyên fîrmayan bide temîn kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin