Li Tirkiyê 36 milyon û 500 hezar kes deyndarê bankeyan e
PeyamaKurd - Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê (TBB) lêkolîna xwe ya li ser deynên krediya bankeyan a li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî rapora meha Nîsana 2022yan a TBBê hejmara welatiyên deynê wan ê şexsî yê krediyê heye gihîştiye 36.5 milyon kesan ku ew jî sînorekî nû yê deyndaran e.
Herwiha di nav sala dawî de deynên welatiyan ji 902.5 milyar lîreyan bo 1 trilyon û 137 milyaran zêde bûye. Di Nîsana 2021ê de hejmara kesên deyndar 34 milyon û 538 hezar bû lê ev hejmar di Adara 2022ê de gehiştiye 35 milyon û 873 kesan.
Heman saziyê daye zanîn ku dema berî pandemiya koronayê ango di Adara 2020ê de ev hejmar 32 milyon û 156 hezar bû.
TBBê diyar kiriye ku welatiyan herî zêde krediya pêdeviyên jiyanê bikar anîye ku hejmara wan di nav salekê de ji 28 milyon û 297 hezaran derketiye 28 milyon û 627 hezar kesan.
Ji Nîsana 2021ê heta Nîsana 2022yan hejmara kesên krediya şexsî wergirtine ji 28.3 milyonan derketiye 30.8 milyonan û deynên karta kredî ya şexsî bi giştî ji 154.7 milyaran derketiye 241.6 milyaran.
Hêjayî bibîrxistinê ye, lîreyê Tirkiyê li ber dolar û euro her diçe dihele û niha yek dolar bûye dor 17.5 lîre û enflasyona bihayîyê jî li gorî saziya fermî ya dewletê TUIKê gihîştiye %73.5an.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin