4 milyon û 400 hezar geştyaran serdana Girê Mirazan kirine
Girê Mirazan, ku wek navenda taêtê ya herî kevn a cîhanê ya naskirî tê qebûlkirin û wekî 'xala sifir a dîrokê' tê binavkirin, di sala heştemîn a piştî ketina xwe ya nav Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de pêşwaziya 4 miyon û 409 hezar geştyaran kir.
RûpelNews - Girê Mirazan, ku 18 kîlometre dûrî navenda bajarê Rihayê ye, cara yekem di sala 1963an de di dema lêkolînên rûyê erdê de hat dîtin. Girîngiya deverê di sala 1986an de, dema ku cotkarekî peyker li zeviya xwe dît, bêtir diyar bû.
Xebatên kolanê ku di sala 1995an de bi destûra Wezareta Çand û Tûrîzmê dest pê kirin, kevirên rawestayî yên bi şiklê 'T' yên ji Serdema Neolîtîkê derxistin holê, ku bilindahiya wan di navbera 3 heta 6 metreyî de bû û giraniya wan di navbera 40 û 60 tonan de bû, û bi wêneyên ajelên kovî hatibûn xemilandin. Van vedîtinan cihê Girê Mirazan di arkeolojiya cîhanê de misoger kir.
Bi rêya UNESCOyê nasnameyeke cîhanî bi dest xist
Girê Mirazan, ku di sala 2011an de li Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê hatibû zêdekirin, di rûniştina 42yemîn a Komîteya Mîrateya Cîhanî de ku di 1ê Tîrmeha 2018an de li Behreynê hat lidarxistin, bi serê xwe li Lîsteya Mîrateya Cîhanî hat tomarkirin.
Piştî tomarkirina wê ya di UNESCOyê de, Girê Mirazan bêtir bala navneteweyî kişand, û hejmara serdanvanan bi awayekî berbiçav zêde bû piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sala 2019an wekî 'Sala Girê Mirazanyê' ragihand.
Tevî bandora neyînî ya pandemiya COVID-19, her wiha erdhej û lehiyan li ser geştiyariyê, Girê Mirazan di heşt salên borî de bi giştî pêşwaziya 4 milyin û 409 hezaran geştyaran kir.
“Ji bo Rihayê derfeteke mezin e”
Serokê Komeleya Pêşxistina Tûrîzmê ya Rihay Mehmet Kamîl Turkmen, diyar kir ku ketina Girê Mirazanyê di sala 2018an de bo Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê û ragihandina sala 2019an wekî "Sala Girê Mirazanyê" hem ji bo tûrîzma herêmî hem jî ji bo danasîna Rihayê tevkariyeke girîng kiriye.
