"Li Londonê 69,4 milyon dolar di hesabê bankê yê Esed de hatiye cemidandin"

16 berfanbar 2024 01:41
"Li Londonê 69,4 milyon dolar di hesabê bankê yê Esed de hatiye cemidandin"

PeyamaKurd – Rojnameya "The i" ya ku li Îngilîstanê derdikeve îdia kir ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed 69,4 milyon dolar di hesabê bankê yê li Londonê de hatiye cemidandin heye.

Li gor nûçeya rojnameya “The i” ku li ser bingeha çavkaniyên ji sektora bankingê ye, Serokê Sûriyê yê ji kar dûrxistî Beşar Esed 69,4 milyon dolar di hesabê banka HSBC ya li Londonê de hatiye cemidandin heye.

Di sala 2011an de, dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê destpê kir, hesabê şexsî yê Esed di bin cezayên Brîtanyayê de hat cemidandin.

Li gorî rojnameyê ji wê demê û vir ve faîza hesabê şexsî yê Esed zêde bûye. Herwiha hat îdiakirin ku mal û milkên malbata Esed û hevalbendên wan bi qasî 205,7 milyon dolarî li Îngilîstanê ne.

Piştî ku hêzên opozîsyonê Şam girtin, Esed û malbata wî welatê xwe terikandin û reviyan Moskowê.