Sûriyeyê avakirina lîwayeke taybet li Efrînê red kir

28 nîsan 2026 14:38

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Herêma Rojhilat, Semîr Oso, nûçeyên derbarê plana wezaretê ya ji bo avakirina lîwayeke leşkerî ya serbixwe li bajarê Efrînê derewand û tekez kir ku gavên niha di çarçoveya rêziknameyên fermî yên Artêşa Erebî ya Sûriyê de ne.

Sûriyeyê avakirina lîwayeke taybet li Efrînê red kir

RûpelNews - Semîr Oso di daxuyaniyekê de ji bo "El-Îxbariyye El-Sûriyye" êvara duha duşemê diyar kir ku nûçeyên li ser avakirina saziyeke leşkerî ya serbixwe li Efrînê an jî veguhestina hêzan ji parêzgeha Hesekê bi mebesta damezirandina saziyeke leşkerî ya taybet li herêmê, ne rast in.

Alîkarê Wezîrê berevaniyê destnîşan kir ku gotûbêjên niha tenê li ser vekirina deriyê tevlîbûna kesane di nav refên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de ne, bi taybetî ji bo wan ciwanên kurd ên ku bi eslê xwe ji Efrînê ne û niha li parêzgeha Hesekê dimînin.

Oso destnîşan kir ku "ev pêvajo bi armanca cihkirina kesên di nav yekîneyên leşkerî yên niha yên Artêşa Sûriyê de ye û peywendiya wê bi avakirina lîwayên taybet an saziyên leşkerî yên li ser bingehê herêmî an etnîkî re nîn e." Her wiha tekezî li ser yekîtiya saziya leşkerî ya Sûriyê û beşdarbûna hemû sûriyeyiyan di nav de li gorî qanûnan kir.