Li Sûriyeyê gorên bi kom hatin dîtin

11 îlon 2026 23:19

Li Sûriyeyê ji baregeheke leşkerî ya di serdema Beşar Esad de maye gorên bi kom hatin dîtin.

Li Sûriyeyê gorên bi kom hatin dîtin

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Komîsyona Neteweyî ya Sûriyê ya ji bo Kesên Windabûyî ve hat weşandin, hat ragihandin ku gorên bi komî li herêma Katnayê ya derdora Şamê hatine dîtin. Hat destnîşankirin ku ev cîh ji aliyê hêzên rejîmê ve wek baregeheke leşkerî dihat bikaranîn.

Hat ragihandin ku ji bo tespîtkirina nasnameya termên gorên bi komî hestiyên hatine tomarkirin hatin parastin birin cîheke bi ewle.

Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad li Sûriyê di Kanûna 2024an de, li gelek parêzgehan, di nav de paytext Şam, Heleb, Hums û Hemê, gelek gorên komî û bermahiyên mirovan ên sivîlan hatin eşkerekirin.