Çekdarên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ketin Efrînê
06 sibat 2025 18:26
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Giştî yên bi ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê îro derbasî Efrînê bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro karwan gihişte Efrînê. Di medyaya civakî de jî dîmenên Kurdên Efrînê belav bûn ku îhtîmala vekişîna komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve herêmê pîroz dikin.
Hatina hêzên ewlehiyê yên nû bo Efrînê weke “destpêka rêveberiya nû ya Sûriyeyê ku li herêmê kontrol dike” tê nirxandin.
Hat îdiakirin Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera (Colanî) gotiye ku ew dê şêniyên Efrînê lê vegerînin ku dema êrîşên sala 2018an ên Tirkiye û grûbên çekdar bi ser wê ve neçar mabûn ku herêmê biterikînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hejmarek leskerên Tirkiyê û çekdarên Sûrî li Efrînê bi koronayê ketine
13 gln 2020
Cîhan
Hejmarek Erebên hawirde ji Efrînê derketin
23 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin