Li Sûriyeyê du otobus li hev ketin: 35 kes mirin, 35 kes birîndar bûn
Li ser rêya sereke ya Şam-Dêra Zorê ya li Sûriyeyê, di encama lihevketina du otobusên rêwiyan de, herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, qeza li ser rêya Şam-Dêra Zorê, di navbera El-Suxne û Palmîrayê de pêk hat. Di bûyerê de du otobusên rêwiyan li hev ketin, lê sedema qezayê hêj nehatiye ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne. Wezaretê da zanîn ku piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên hawarçûnê ketine rewşa amadebaşiya bilind û nexweşxaneyên li Dêra Zorê û Humsê ji bo wergirtina birîndaran hatine amadekirin.
Li gorî SANAyê, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî helîkopterên leşkerî şandin herêmê da ku birîndar û cenazeyan veguhêzin. Digel ku birîndar bo navendên tenduristiyê yên nêzîk bi taybetî Nexweşxaneya Leşkerî ya Humsê hatin veguhestin, rayedaran hişyarî dan ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.
