Sûriyê ji bo êrîsên Îsraîlê 2 name ji NY re sandin

02 tîrmeh 2019 15:31
Sûriyê ji bo êrîsên Îsraîlê 2 name ji NY re sandin

PeyamaKurd - Hikumeta Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî kir, rê li ber êrîşên Israîl yên liser Sûriyê bigire.

Wezareta derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 name - ji bo NY û Konseya Ewlekariyê hatine şandin û hatiye xwestin, êrîşên Israîlê yên ser Sûriyê bên rawestandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin di êrîşên dawî de, 4 welatiyên sivîl hatine kuştin û 21 kesên din jî, brîndar bûne.

Wezareta Derve ya Sûriyê wan êrîşan wekî binpkirina  biryara Konseya Ewlekariyê ya jimare 350 a sala 1974an daye zanîn û gotiye, Îsraîl bi wan êrîşan, dixwaze temenê krîza Sûriyê dirêj bike.

Herwiha daxwaz ji Konseya Ewlekariya NY hatiye kirin, bi berpirsiyariya xwe rabe û rê li ber êrîşên Îsraîlê bigirin.