SOHR: Pistî êrîsên Îsraîlê hêzên Îranî car din xwe li Sûriyê bicih dikin
16 rêbendan 2021 01:02
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşên çend rojên dawî li Bukemal a Dêrazorê û li ser sînorên Iraq-Sûriyê yên Îsraîlê bi ser hêzên çekdarên Îranî de, milîsên îranî car din xwe li nav Sûriyê bicih dikin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye; “Hêzên Îranê û mîlîsên girêdayî wan careke din li nava bajarê Dêrazorê û Bukemal û Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê bi cih bûn. Herwiha hin xalên xwe yên li derdora wan herêman vala kirin û ji tirsa êrîşên nû yên Îsraîlê li dijî wan, di nava taxên sivîlan de bi cih bûn.”
SOHRê eşkere kir ku; 57 endamên hêzên hikumetê, hêzên Îranê û mîlîsên alîgirên wan hatine kuştin di êrîşa dawî ya Îsraîlê de.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji hêzên Amerîka û HSDê pistî êrîsên Tirkiyê yekem dewriyeya hevbes
02 brf 2022
Jiyan
Îsraîlê pistî êrîsên terorî asta amadebasiyê bilind kir
30 adr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin