SOHR | Êrîsên hêzên Kurd zêde bûn: Wesayîta leskerên tirk hat ruxandin û...
PeyamaKurd - Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, şervanên Kurd li Efrînê bi moşekên termal êrîş birin ser komek çekdarên alîgirên Tirkiyê û leşkerên tirk.
Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama wê êrîşê de, zêdetirî 10 çekdar hatine kuştin û hejmarek leşkerên wan koman jî birîndar bûne.
Herwiha bi zarê çavkaniyên herêmî hat ragihandin ku di êrîşên şervanên Kurd (YPG) de wesayîteke leşkerî ya artêşa tirk hatiye ruxandin.
SOHRê bal kişand ser ku û 'şervanên Kurd li Rojava êrîşên xwe zêde kirine' û da xuyakirin, piştî êrîşa hêzên Kurdî ya bi ser baregeha Firqa el Hemza ya navçeya Mehmûdiye ya Efrînê de, şerek di navbera herdu aliyan de qewimî ye.
Li gor SOHRê hezên Kurd herwiha di operasyoneke dijî Feylaq el Şamê de jî du çekdarên wan kuştine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin