Farsnews | Êrîsên hêzên Kurd zêde dibin…

08 berfanbar 2018 22:14
Farsnews | Êrîsên hêzên Kurd zêde dibin…

PeyamaKurd - Li gor nûçeyeke Farsnewsê ku di sipêre çavkaniyên herêmî, şerê navbera hêzên Kurdî û milîtanên girêdayî Enqerê li bakurê Helebê gur bûye.

Çavkaniyên herêmî yên li Rojavayê Kurdistanê, roja Pêncşemê ragihandibûn ku hêzên HSDê li bakurê Helebê Ezezê li du gundan êrîşê komên çekdarên Tirkiye piştgiriya wan dike kirine û şerekî giran di navbera wan de rû daye.

Li gor nûçeya Farsnewsê çavkaniyên herêmî radigihînin ku di şer û pevçûnan de herî kêm 10 kes ji herdu aliyan hatine kuştin û hejmarek jî birîndarên çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike hene.

Herwiha ajans dide xuyakirin ku şervanên Kurd li dijî wan komên çekdar û leşkerên tirk fuze bikar anîne û wesayîteke leşkerî jî bi fuzeyan hatiye ruxandin.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî dide xuyakirin ku fermandarekî milîtanan hatiye kuştin û piştî êrîşa fuzeyan a hêzên Kurd hejmarek jî birîndarên wan komên çekdar hene.