Rapor: Hêzên Îranê di mehekê de zêdetirî 50 Kurd girtin

07 sibat 2024 01:06
Rapor: Hêzên Îranê di mehekê de zêdetirî 50 Kurd girtin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Kurdpayê rapora xwe ya dawî ya li ser binpêkirin û girtina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve belav kir.

Li gorî rapora Kurdpayê di meha yekê ya 2024an de 8 kesên siyasî ji bo bicihkirina cezayên wan bo girtîgehê hatine gazîkirin û herwiha 43 welatiyên din ên Kurd jî hatine binçavkirin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin bo girtîgehên ewlehî hatine veguhestin.

Kurdpayê daye zanîn ku 8 kesên siyasî jî ji bo bicihkirina cezayê wan ê 22 sal û 3 heyvan û 40 derbên qamçiyan, ji bo girtîgehê hatine gazîkirin û piştî binçavkirinê cezayên sepandî bi ser wan de hatine bicihkirin.

Herwiha Kurdpayê daye xuyakirin, binçavkiriyeke protestoyên “Jin Jiyan Azadî” ya ku çalakvana mafê jinan û parêzerê dadgehê li bajarê Sinê bûye, 6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li ser hatiye sepandin.