HRWê rapora kustin û birîndarkirina kolberan bi destê hêzên Îranê eskere kir
PeyamaKurd - Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve rexne li hikûmeta Îranê girt ku bi awayê herî tund rûbirûyî kolberan dibe.
HRW di rapora xwe ya dawî de diyar kir, tenê di sala 2023an de li ser sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, 44 kolber hatine kuştin û 463 kes jî birîndar bûne ku %80 ji wan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
HRWê got, herî kêm 28 ji qurbaniyan ciwan bûn û kolberên ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin, rastî îşkenceyê hatine.
Human Rights Watch karê kolberiyê weke karekî dijwar û metirsîdar bi nav kiriye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkarî û hejariyê neçar dimîne vî karî bike.
Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê jî doh 8ê Tîrmehê belav kiribû, kolberekî xelkê Selasî Bawacanî li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi guleya rasterast a hêzên Îranê hatiye kuştin û 4 kolberên din jî birîndar bûne.
Hengawê herwiha ragihandiye ku di meha Hezîrana îsal de herî kêm 10 kolber hatine kuştin yan hatine birîndarkirin ku ji %90 ji wan rastî teqeya rasterast a hêzên Îranê hatine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin